Îstîxbarata DYE'yê: Lîderiya Îranê hîn li ser xwe ye

Li gel bombardûmana DYE û Îsraîlê ku 12 roj li pey xwe hişt, îstîxbarata DYE'yê ragihand ku lîderiya Îranê hîn li ser xwe ye û rîska hilweşînê nîne. Trump plan dike ku êrişê di 'demeke nêz' de bi dawî bike.

Li gorî nûçeya ku Reuters dispêre sê çavkaniyan, gelek raporên îstîxbaratê nîşan didin ku rejîmam Îranê ne di bin xeteriya hilweşînê de ye û hîn jî li ser gel xwedî kontrolê ye. Rapor di nava çend rojên dawî de hate temamkirin.

Hate ragihandin ku ji ber zêdebûna buhayê petrolê û zexta siyasî, Donald Trump xwedî wê nêtê ye ku êrişan di demeke kurt de bi dawî bike. Lê belê ji ber ku lîderên li ser xeta Xamaney hîn li ser desthilatdariyê ne, zehmet e ku şer bi vî rengî bê bidawîkirin.

Raporên îstîxbaratê nîşan didin ku li gel kuştina Ayetûllah Xamaney a di roja destpêkê ya êrişan de lîderiya rejîma Îranê hîn koordîneyî û li ser xwe ye.